Mem û Zîn
**Oyun Dili Kürtçe'dir.
Yaş Sınırı: 7+
Çîrokek ji zimanê rîtuel û efsaneyan
Lîstik bi derhêneriya Mîrza Metîn ve bi estetîkeke mînîmal hatiye sehnekirin û ne weke lîstikeke şanoyê ya klasîk, weke vegotineke sahneyê ya rîtuelî hatiye sêwirandin. Lîstik hewl dide ku bi riya metaforan derhişiya destanê derxe holê û li ser sehneyê merasîmeke efsûnî biafirîne. Dahol, dexl û ronahiyên sehnê yên di bin kontrola lîstikvanan de xizmetê ji ritm û dîtbarîya vê merasîmê dikin. Hulikên daholê jî dibin maske di merasîmê de. Govend enerjiya lîstikvanan ava dike û vediguhere dibe dansekê rîtuelî. Bi bikaranîna derfetên vokal yên dengbêjiyê û bi koroyan perdeyek ji wateya peyvê wêdetir tê vekirin. Di vê lîstikê de bêhn ji rîtuelê, deng ji dengbêjiyê û hereket ji govendê tê.
- Begivenhedstype Belirtilmemiş
- Varighed 65 Minutter