Jina Qelew
Yaş Sınırı: 7+
Lîstika ‘Jina Qelew’ ya Dario Fo û Franca Rame ku di pirtûka wan ya bi navê -Ka Em Li Ser Jinan Biaxivin- de newekhevîya zayendî ya civakî ku roja îroyîn derketiye asteke herî bilind, raberî me dike. Babeta lîstikê jin in û di lîstikê de jî li pêş in.
Di pergala kapîtalîst de feraseta “laşê îdeal” li ser mirovan tê ferzkirin; bi taybetî jî, lîstik; bi awayekî rexneyî vê îdeolojiya ku bedena jinê weke “meta” dibîne û israr dike ku divê wisa be; bi îroniyeke absûrd ji çavên Matteayê ji temaşevanan re vedibêje, ku Matea jî ji hêla mêrê xwe ve hatîye terikandin û keça wê jî xwe jê dûr xistiye. Mateaya ku li ser amelîyata biçûkkirina mîdeyê an jî ketina dîyetekê dudil e ji temaşevanan dipirse bê ka gelo ji ber sedemên tenduristîyê divê meriv kîloyan bide an jî ji ber fikarên bedeneke estetîk. Di kesayeta Matea de, fikarên estetîk û delalîyê yên jinan, bi taybetî jî zext û zorên di jiyana xebatê de derdikeve pêşberî wan û dejenerebûnên di pêwendiyên malbatên modernd de têne vegotin.
- Type d'événement Comédie
- Durée 60 Minutes