Kêm
**Oyun Dili Kürtçe'dir.
Yaş Sınırı: 7+
Mîtolojiyeke hemdem
Xewneke helbestî
Performanseke bedenî û dengî…
Performansa nû ya Mîrza Metîn Kêm ji rêze dîmenên xewnî pêk tê ku ji aliyê Hicran Demir ve tê performekirin. Di Kêmê de sembolên mîtolojî û dêlindêzan roleke sereke dilîzin. Qirşikên nepen, balonên reş, nîskên sor, enerjîya govendan, deng û nefesên efsûnî yên dengbêj û zêmarbêj û derwêjan deriyên xewneke dîtbarî, bihîstbarî û fizîkî vedikin li ser dîwan şanoyê. Di Kêmê de hafizeya mîtolojîk a dengbêjan û enerjî û potansiyela cizbê ya govendan bi teknîkeke nerm a montajê tê bikaranîn. Ev performansa bedenî û dengî çîrokeke eşkere nabêje, lê di dawiya şevê de her bînerek xwedî çîrokeke eşkere.
Dîwana Xwebûnê
Dîwana Xwebûnê, lêkolîneke dekolonyal e ku derhêner Mîrza Metîn bi salan e li ser dixebite. Vekolîn û veguherîna stran, kilam, govend, sema, helperrke, dêlindêz, mîtolojî û pratîkên din ên çandî yên Kurdan bingeha performansa Kêmê û lêkolîna Dîwana Xwebûnê pêk tîne.
Bi piştgirîya Fonds Darstellende Künste Berlin
- Lloji i ngjarjes Performans
- Kohëzgjatja 60 minutë