Li Dêrê Zargotin
Yaş Sınırı: 7+
*Oyun dili Kürtçe'dir.
“Li Dêrê Zargotin” bi naverok û şêweya xwe, berê xwe ji folklora Kurdî hildigire. Di şanogerîyê de sê mesel li ser sehneyê ne: Aqil Taca Zêrîn, Qûtê Salê û Şêrê Neynîkê. Di van hersê meseleyan de, her çîrok li encamekê û li gotineke pêşîyan digere. Lêgerîna aqilekî, pirsa başî û tifaqê, neheqî û daxwaza wekhevîyê û jê wêdetir xwe li zar û zimanê temaşevanê giştî digre.
Zargotin ji aliyê şeş lîstikvanan ve tê lîstin. Bûyerên ser sehneyê bi awayekî vekirî li pêşberî temaşevanan diqewime. Tevî vebêjer, temaşevan jî beşdarî lîstikê dibe. Di çîroka destpêkê “Aqil Taca Zêrîn” de, sê bira dikevin dû şopa dizê xwe. Çîroka duyem “Qûtê Salê” ye û ji aliyê sê destbirakan ve tê amadekirin. Di çîroka sêyem de “Şêrê Neynikê” ji bo desthilatdarîya xwe, li Şêrekî nenas digere…
- Etkinlik Türü Komedi
- Süre 65 dakika
Bilgilerim
Biletlerim
Puanlarım
Şifre Değiştir
Sıkça Sorulan Sorular